Polîtîk
Hemû hatin ba hev CHP ne li wêderê bû..!
Civîna vekirina Civata Giştî ya Parlementoya Tirkiye, ku ji aliyê Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş ve hatiye birêvebirin, bi boneya destpêkirina Serdema 28an, Sala Qanûndanînê ya 4an hate lidarxistin.
Kurtulmuş li Hola Merasîmê ya Parlementoyê resepsiyonek li dar xist, ji bo destpêkirina sala nû ya qanûndanînê.
Erdogan jî beşdarî resepsiyonê bû û li wir bi Serokê MHPê Devlet Bahçelî, Hevserokên Partiya DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoğulları, Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Yekîtiya Mezin Mustafa Destici, Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û endamên meclîsê re sohbet kir.
Hat zanîn ku Erdogan û rêberan li ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê gotubêjek pêkaniye.


