Amedspor li deplasmanê li hember Vansporê 3-0 têk çû.
Amedspor, ku ji destpêka ve tenê ji çar lîstikên li derve li dijî Adana Demirspor bi ser ketiye, li dijî Vansporê jî nekarî performansek baş nîşan bide û bi 3-0 têk çû.
Amedspor, ku ji heft maçan 13 puan kom kiriye, li Wanê ji bo sê puanan derket leyizt. Piştî destpêkek hevseng hewl da ku bandorek xurt li qada cezayê ya dijber bike, lê gol nehatin avêtin.
Nîva yekem a maçê 0-0 bi dawî bû.
Vanspor di nîva duyemîn de ji şansên xwe sûd wergirt û bi golên Regis di deqîqeya 64an de, Bekir Can Kara di deqîqeya 84an de û Medeni Bingöl di deqîqeya 90+7an de serkeftin misoger kir. Bi vê encamê, Vansporê hejmara puanên xwe gihand 12an û derket rêza 9an. Amedspor bi 13 puanan daket rêza 7emîn.
Leyiztikek dostane derbas bû, Wansporê gelek bi dostanî pêşwaziya Amedsporê kir.


