Şara: Hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kiriye

Serokê Sûriyê Şara daxûyakirin ku, hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kiriye û perçebûn red kirine.
Di gotarekê de di çarçoveya beşdariya xwe di hilmeta Wefadarî bo Idlib de, Serokê Sûriyê Şara, behsa serdana xwe bo Emerîka û civînên xwe bi serkirdeyên welatan re li Neteweyên Yekgirtî kir û got, hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kir û perçebûn red kir.
Şara dêbêje ku, pêdiviya Sûriyê bi hemû xelkê wê heye ji bo dubara avakirinê, û erk e li ser milê hemû aliyan ku yekîtiya miletê Sûriyê bi cih bînin.
*Yekemîn serok e piştî sala 1967an serdan dike
Beşdariya Şara di civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, weke yekemîn beşdariya serokekî Sûriyê ye ji sala 1967an ve tê.
Navbûrî gotarek pêşkêş kir, û hejmarek serok û serkirdeyên cîhanî dîtin, weke serokê Emerîka Donald Trump, serokê Fransayê, Wezîrê Derve yê Emerîka.


