Li Amûdê Ofisa ENKSê şewitandin…

Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê doh hat şewitandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) li ser şewitandina ofîsa wan a Amûdê daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de “komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve” bi êrişê tohmetbar kir û ev yek wekî hewldaneke ji bo têkdana yekrêziya Kurdan bi nav kir.
Li gorî daxuyaniya ENKSyê, ofîsa wan a li Amûdê rastî “êrişeke xirab” hatiye û hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku awayê êrişê dişibe bûyerên berê yên ku bi dehan ofîsên ENKSyê û partiyên endamên wê kiribûn hedef.
Êriş piştî hewlên yekrêziyê
ENKSyê bal kişand ser dema pêkhatina êrişê û diyar kir ku ev bûyer piştî “Konferansa Yekîtiya Helwest û Rêza Kurdî” ya pêk hatiye ku li gorî ENKSyê ew konferans “atmosfereke erênî” afirandibû û “xwesteka aliyan a ji bo aramkirina qada Kurdî û xurtkirina lihevtêgihiştinê” nîşan dabû.

ENKSyê di daxuyaniyê de anî ziman:
“Em dibînin ku bi kiryarên bi vî rengî hewl didin ku fitneyê biçînin, yekrêziya Kurdan têk bidin û aloziyê di navbera aliyan de derxînin.
Ev yek hewldaneke eşkere ye ji bo têkdana hewlên ku ji bo xurtkirina lihevtêgihiştina Kurdî-Kurdî tên dayîn.”
ENKSyê bangî PYDyê kir
ENKSyê ev êriş bi tundî şermezar kir û bangî “aliyên pêwendîdar ên di birêvebiriya PYDyê de” kir ku “berpirsyariyên xwe hilgirin û ji bo eşkerekirina sûc û aliyên li pişt wê, lêpirsîneke zelal û bilez bidin destpêkirin, da ku ducarenebûna binpêkirinên bi vî rengî were garantîkirin”.
ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku “ev kiryar û yên din dê ENKSyê ji meşa wê ya têkoşîna aştiyane ya ji bo misogerkirina mafên rewa yên gelê me ya di çarçoveya yekîtiya welat de venegerîne”.


