Polîtîk

Kelha Diyarbekir digrî…!

Dîwarên bajarê Qada Deriyêçîyê (Meydana Dağkapı) ku yek ji nîşaneyên îkonîk ên Dîyarbekirê ye, îro dîmenek cuda lê hatiye hilawêstî bû. Rêxistina Parêzgeha MHP ya Dîyarbekirê beriya bernameya “Civînên Yekîtî û Biratiya Neteweyî” ku Bahçeli dê beşdar bibe, posterê Devlet Bahçeli li ser dîwarên Keleha Diyarbekirê danîn.


Serokê Parêzgeha MHPê yê Dîyarbekirê Miktat Arslan diyar kir ku amadekariyên civînê berdewam dikin û got: “Em ji bo civîna ku roja Şemiyê were lidarxistin bi rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û karsazan re civînan li dar dixin û vexwendnameyên xwe pêşkêş dikin.”

Dalandina posterê Bahçeli li ser dîwarên bajarê Dîyarbekirê li ser medyaya civakî jî bû mijarek trend. Di postan de, hate dîtin ku ev tevger wekî peyama siyasî ya MHP li bakurê Kurdistanê jî hate nirxandin

Lê tişta ku mirov bikarê beje; Dîwarên Kelha Diyarbekir digrîn…….

Back to top button