Cîhan

Ihtîmal e ku, Netanyahu û Şara li Qesra Spî bicivin.

Tê gotin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şara, bi ihtimalek mezin e ku, li li Amerika li Qesra Sipî bicivin.

Çavkaniyek payebilind a Îsraîlê ji kanala i24News a Îsraîlê re got ku civîn dê di nav “zextên tund ên Amerîkayê” yên li ser Tel Aviv û Şamê de pêk were da ku peymanek ewlehiyê îmze bikin.

Li gorî daxuyaniyek ku Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê weşandî, Şara di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya. Wezaretê ragihand ku her duyan, di nav tiştên din de, “pêşîniyên Amerîkayê li Sûriyê û têkiliyên Îsraîl-Sûriyê” nîqaş kirine.


Kanala Îsraîlê roja Yekşemê ragihand ku “li ser piraniya xalan” ên peymana ewlehiyê ya ku bi Sûriyê re hatiye danûstandin, lihevkirin çêbûye. Hat îdiakirin ku xala sereke ya nakokiyê di peymanê de “azadiya tevgera hêza hewayî ya Îsraîlê li qada hewayî ya Sûriyê” ye.


Şara berî ku biçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, diyar kir ku peyman dê “bi peymana 1974an re bigunce”. Wî destnîşan kir ku di rojên pêş de muhtemelen peymanek bi navbeynkariya Amerîkayê bi Îsraîlê re were îmzekirin. Lêbelê, wî zêde kir ku Şam di vê qonaxê de normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re an jî tevlîbûna Peymana Birahîm nafikire.

Back to top button