Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17yê îlona sala 1992an de, li bajarê
Berlînê, li welatê Almanyayê, li gel endamê Komîteya Navendî û nûnerê derveyî welêt yê
PDK-Îranê Fetah Ebdulî, nûnerê PDK-Îranê yê Almanyayê Homayûn Erdelan û dostê PDK-
Îranê Nûrî Dêhkurdî,bi emrê dewleta Îranê, ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin qetil kirin.
Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîama siyasî rûreş û şermezar dikin.
Dewleta Îranê bi îdamkirina pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, bi qetilkirina Dr.
Abdûrrahman Qasimlo û hevalên wî, bi qetil kirina Dr. Sadiq Şerfekendî û hevalên wî jî
nikarîbû rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigre.
Ew alaya ku di îlankirina Komara Mehabadê de, li Meydana Çarçirayê hatibû hildan, îro li
Rojhilatê Kurdistanê û li her perçeyekî Kurdistanê bi destê xebatkar, kedkar û têkoşerên
doza azadîya Kurdistanê li ba dibe.
Di 33yemîn salvegera şehadeta wan pakrewanan de, em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî
û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
17.09.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


