Dema girtina DTP-ê li qezeya Muşê Bulanik, hin bûyer çêbûn û di encama bûyeran de , koruyucuyek bi nave Turan Bilen li ber derê dikana xwe gule berdabûn xwepêşandanan, encama gulebaranê de 2 kes hatibûn kuştin û 8 jî birîndar bibûn.\nDoza vê bûyerê li Samsunê dihat dîtin. Îro serokê berê yê DTP-ê Ahmet Turk û hinek parlementer jî ji bo vê doze li Samsunê bûn. Dema ji dadgehê derketin guruba DTP-ê daxuyaniyek rojnemevanî xwendin. Gurubekî erîş bir ser Ahmet Turk û hevalên wî, û encama vê êrîşê de Turk biçekî ji rûyê xwe birîndar bû.\n\nSerokwezîrê Tirkiye Erdogan ji Amerîka telefonê Ahmet Turk kir, jêre gote derbasbûyî be û ji bû vê bûyera qirêj xemgîniya xwe da kifşkirin.