Serok Barzanî ber bi Erebistana Siudiyê û Lubnanê bi rê ket
Li ser vexwendina şah Ebdullahê kurê Ebdulezîz El Siud paşayê Erebistana Siudiyê, birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî wezîrê pêrwerdeyê hikûmeta herêma Kameranê, Ehmed Ebdullah wezîrê avadankirin û akincîkirinê herêma Kurdistanê pêkhat bû, îro dûşemiyê 12.04.2010ê Hewlêra paytext bi cih hişt û berev Erebistana Siudiyê birêket.
Di vî derbarî de Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de ragihand ku mebesta vê serdana serok Barzanî ya bo Erebistana Siudiyê gengeşekirina rewşa niha û pêşhatên dawî yên pêvajoya Iraqê di gel şah Ebdullah û berpirsên wî welatî û her wiha axaftina li ser pirsa pêwendiyên di navbera Iraq û herêma Kurdistanê û Erebistana Siudiyê ye.
Her wiha di daxûyaniya xwe de Fuad Husên eşkere kir ku serokê Kurdistanê û şanda pê re piştî serdana Erebistana Siudiyê û li ser vexwendina birêz Se’ed Herîrî serok wezîrê Lubnan, dê serdana Komara Lubnan jî dike û pirsên girîngên di navbera Iraq û herêma Kurdistan û Lubnanê gengeşe bike.
Di vê serdana ku dê çend rojek bidome, babetê xurtkirin û zêdetir pêşxistina pêwendiyên aborî û keltûriyên di navbera Kurdistanê û Lubnanê dixin berbehs.