Hevpeyvîn

Rusiya li ser bernameyê atomiyê Îranê çi difikire?

Sêrgê Riyabkov: Gerek em problêman di warê atomî de encam nedin .

 Mumkine di demên nêzî pêşde problêma atomî ya Îranê di çarçova encûmena asayişa N Yî de bête gengeşekirin . Ev yek Serokkomarên Rûsyayê û Emerîka ragihandin. Êvara roja 9ê nîsanê li Niyo-Yorkê nûnerên dayim yên welatên andam di encûmena Asayişa N Yî de şêwirmendî derbarê vê pirsê  de encamdan. Derbareyê naveroka wê civînê û herwisa derbareyê helwesta Rûsyayê di bareya problêma atomî ya Îranê de,  cîgirê wezîrê derve yê Rûsya federal Sêrgê Riyabkov di hevpevînekê de li gel «Dengê Rûsya»  rewş wisa şirovekir.

 Pirs: Weke tê famkirin di çarçova şêwirmendiyan de hewil dihate kirin, ku pirojeya Emerîka ya girêdayî bi pêkanîna sizayan derheqa Îranê de pêşde here,  gelo tu agehiyên nû derbarê vê yekê de hene?

 S.Riyabkov: Pirsa girêdayî bi pêk anîna sizayan derheqa Îranê de ji mêj ve raberkirîye. Mesele ewe ku, hemû biryarên di çarçova encûmena asayişa N Yî de têne pesendkirin , digel kompleksê sizyan de jî, gerek di destpêkê de di navbera andaman de bi awakî ne fermî bêne gengeşekirin.  Çi li Niyo-Yorkê be û çi jî li paytextên din be, lê gerek gengeşe bêne kirin. Ev ezmon ji mêjve bikar tê, bi taybetî jî çaxa biryarên 1737 -1747-1803 hatin erê kirin,  bi vî şêwazî xebat hate kirin. Herwisa em di çarçova kar û barên dîplomasî de bi vî awayî xebatê dikin. Di proseya vî karî de boçûn û nerîn bi hevdûre têne guhestin da, ku biryar bi awakî zelal  paqij û stewiyayî bête destnîşankirin . Her aliyekî beşdar ligor nerîn û têgihiştina xwe pêşniyazan raber dike. Emerîkî jî vî karî dikin. Lewra zehmete bê naskirin bê kê û genkî ev, an ew piroje pêşniyaz kirîye. Ji aliyê din ve pirs di warê dînamîkî dene , û mumkine her bûyerek bandorê li wan bike û bêne guhertin.

Nerxdna rewşê divî qonaxî de ne tiştekî raste. Lê ez dikarim jibo her kesekî dubare bikim, ku gelek tişt,  dayim di helwesta Rûsyayê de cî girtîne. Bi taybetî jî em tekiz dikin , ku her sizayek gerek di berjiwendiya rêjîma ne belavkirina çekên atomî de be. Di nerîna me  de gereke şêwazê van sizayan bandoreyke ber bi fireh neke liser jiyana giştî di welat de. Ango gerek siza dijî dezgehên taybet bêne sipandin. Û jibo çareserkirina armancên destnîşankirî bêne arastekirin. Lê meş di riya sizadana welat bi giştî de, jibo desthilat niçar li siyaseta xwe venêre, ne karekî dirust e. Emê sizyayên wisa ret bikin û hevkarên me jî bi vê yekê zan in.

Pirs: Yanî, beşdarbûna Rûsyayê di van gotebêjan de tê wê wateyê, ku Moskow amadeye jibo sizakirina Îranê?

Di nerîna me de, û weke ezmon diyar dike siza encamên pêwîst nadin. Lê carna ji bilî vê riyê tu riyên din namîn in. Hîn encûmena asayişê tu biryar erê nekirine. Em hîn jî bawerin, ku derfetên çarserîya dîplomasî mezi in, û em bi hemû aliyan re danûstendinê dikin da,ku van şansan bikarbîn in. Tevî bi xurtî baldarî tê kişandin ser sizayan jî ,lê em bangwazî Îran û  welatên rojava dikin, ku li riyên siyasî û dîplomasî jibo çareserkirina vê kêşeyê bigerin. Siza encaman nadin, pêdivê  bi şêwazên dîplomasî problêm bête çareser kirin,  an jî wê rewş hîn xerabtir bibe .

 Pirs: Lê çawa be jî, serokê Emerîka Barak Obama zor hêvîdike, ku berya encamdana konferansê navnetewî yê jibo îmzekirina peymana ne belavkirina  çekên atomî di meha Gulanê de lidardikve, encûmena asayişa N Yî biryara sizadana Îranê erê bike?

Riyabkov: Ev hesta han jibo me eşkereye . Konferans wê sert be, û ev sertbûn jî ne girêdayî bi  bi wê yekê ve bê kengî wê encûmen biryara sizadanê erê bike, Herwisa rewşa konfernas nayê girêdan  bi biryarek erê kirî berî ve. Hêviya me ewe, ku beşdarên konferans, û gotebêjkarên sizayan jî pirspîktîvên ewle, û armancên sereke li pêşiya xwe destnîşan bikin. Gerek em problêman divî warê giring de encam nedin, belê pêwîste em jibo encamên erênî xebatê bikin. Eve helwesta Rûsya  ya  taybetmend.

Back to top button