Şahê Suudî Madalya Pêşkêşî Barzanî kir

 

Paşê li Koşka Şahaneya Su’udiye li Riyaz Serok Barzanî ji aliyê Şah Ebdullah Bin Ebdulezîz Şahê Su’udiye ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Su’ud Bin Feysel Wezîrê Derveyê Su’udiye û Emîr Mut’eb Bin Ebdullah Bin Ebdulezîz Cîgirê Serokê Pasevanê Nîştimanî amade bûn, çend mijareke pêwendîdar bi pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Su’udiye û her wiha çawayiya serxistina proseya siyasiya Iraqê hatin guftugo kirin.

 

Her wiha li rêwresmek da Şah Ebdullah medalyaya Ebdulezîz El Su’udî bi Serok Barzanî bexşî û biryar jî wiha ye êvariya îro şîveke berfireh li ser xatirê Serok Barzanî li Riyaz ê bê saz kirin.

 

Nerîna min :