Polîtîk

Termên 106 enfalikriyan digihîjin Kurdistanê

 Li gor daxuyaniya rêvebriya ragehandina kerûbarên şehîd û enfalkiriyan, sibehê roja 13.04.2010ê termên104 zarok û 2 jinên kurd di merasimeke bijarte de bigehin bajarokê Çemçemalê.

Piştî ku berî demekî hestiyên 104 zarok û 2 jinên kurd di goreke bikom de li navçeya Dubizê hatibûn dîtin, dê sibehê bi merasîmeke taybet û hêja li Çemçemalê bên binaxkirin.

Qeymeqamê Çemçemalê Elî Reûf ragihand ku sibehê li Çemçemalê di merasîmekekê de hestiyên 104 zarok û 2 jinên kurd ên enfalkirî ku di sala 1988ê de bi şêweyekî hovane hatine qetilkirin, dê bên binaxkirin.

Hêjayê gotinê ye temenê piraniya wan zarokan ku hatine qetilkirin, di navbera 6 meh bo 10 saliyê de ne û li gor texmînên dixtorê pispor, hemû ew zarok piştî jehirxarkirinê, hatine binaxkirin.

Mersima anîan termên enfalkiriyan saet 8ê sipêdê dê li pêşiya nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêrê dest pê bike û paşî karwanê wan dê li pêşiya parlamentoya Kurdistanê bisekine û ji wir dê qonax bo qonax ber bi Çemçemalê bi rê keve.

Back to top button