Civak

Dayik, bav û du zarok di wesayîtekê de hatin kuştin!

Li navçeya Qubînê(Bêşîrî) ya parêzgeha Batmanê, êrîşeke çekdarî li ser wesayîteke bazirganî ya sivik pêk hat, di encam de bav, dê û zarokên wan ên 9 û 5 salî jiyana xwe ji dest dan. Cendermeyan ji bo girtina êrîşkaran operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Bûyera şevîdin demjimêr dor 23.00ê de li ser rêya gundê Newalê û qubînê de pêkhat.

Li gorî agahiyan, kesek an kesên nenas kemîn danîn û gule berdan wesayîta bazirganî ya sivik a ku Mehmet Şanli diajot, ku ji gundê Newalê vedigeriya Qubînê.

Şanli, jina wî Takibe Şanli, keça wan Elanur a 9 salî û kurê wan Akıncan Şanli yê 6 salî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku ji aliyê kesên ku şahidiya guleyan dikirin ve hatin agahdarkirin, gelek tîmên bijîşkî û cendermeyan şandin cihê bûyerê.

Kontrolên destpêkê yên ji aliyê tîmên bijîşkî ve eşkere kirin ku çar endamên heman malbatê yên di wesayîtê de li cihê bûyerê mirine.

Lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

Back to top button