Kultur

Rojnameyên Efrîqa behsa serkeftinên Kurdekî dikin

Roj tûne ku em li rojnameyên biyanî û bi taybetî yên Ingilîzî de nûçeyek di derbarê serkeftina Kurdan de nexwînin. Vê carê jî em rastî serkeftina pirtûkxanevaneke Kurd hatin ku ew ji aliyê resenayetiyê ve Kurdê Bişêrî ya bajarê Batmanê ye û hemwelatiyê Swêd û Amerika ye.

Amed Demirhan Nivîskar û Pirtûkxanevanê bi nîjad Kurd ku li Zanîngeha Amerika ya li Nijeryayê kar dike, rojnameyên welatê Nijerya û Efrîqa yên bi zimanê Ingilîzî bi başî behsa serkeftinên wî yên di derbarê pirtûkxanevaniyê de dikin û spasiyên gelê Efrîqa pêşkêşî wî dikin.

Demirhan ku heyva Gulana derbasbûyî jî xelata cîhanî ya Pirtûkxanevaniyê wergirtibû, li navbera salên 2006 heta 2011 an de li Kurdistanê Birêvebirê Pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistanê bû û wî ji bo zanîngeha Kurdistanê pirtûkxaneyeke û nûjen û dijital damezrand ku li asta pirtûkxaneyên pêşketî yên cîhanî ye.

Her wiha Demirhan li Kurdistanê bi awayeke bê beranber û xwebexşane xulên fêrbûna pirtûkxanevaniyê ji bo pirtûkxanevanên Kurdistanê yên li bajarên Dihok, Hewlêr, Silêmanî vekir û wan fêrî katalogkirin û pirtûkxanevaniyê kiribû.     

Back to top button