Cîhan

PARÎS – Bi amadebûna Serok Barzanî ‘Rêya Pêşmerge’ tê vekirin

Şaredariya Parîsê ragihand, “Êdî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê xwedî cih e” û da zanîn ku îro dê li parkeke paytexta Fransayê rêyeke bi navê artêşa Kurdistanê were vekirin.

Şaredariya Parîsê şeva pêncşemê di daxuyaniyeke nivîskî de amaje pê kir ku Şaredara Parîsê Anne Hidalogo dê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û wekî rêzgirtinekê ji bo şervanên Kurd, “Rêya Pêşmerge” veke.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêşmerge ku hêzeke şerker a Kurdistana Îraqê ye, sembola têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf û xwebirêveberiyê ye.”

Şaredariya Parîsê her wiha diyar kir:

“Ev çend sal in, bajarê Parîsê pêwendiyên wê yên xurt bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê re hene.

Sala 2019an, Şaredara Parîsê çû serdana Hewlêrê û peymana dostaniyê ya di navbera her du bajaran de îmze kir.”

Parîs û Hewlêr li gorî wê rêkeftinê wekî “bajarên destexwişk” hatine ragihandin.

Şaredariya Parîsê da zanîn:

“Parîs şanaziyê pê dike ku zêdetirî 40 salan e mazûvaniya Enstîtuya Kurdî dike ku navendeke bêhempa ya taybet bi belavkirina çand û zimanê Kurdî ye.”

Şaredariya Parîsê li ser vekirina Rêya Pêşmerge anî ziman:

“Êdî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê xwedî cih e û berê wê li dîmenê bêhempa yê Çemê Seineyê ye.”

Back to top button