Macron Putin bi “leyiztika”itham dike!

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku, eger Serokê Rûsyayê Vladimir Putin red bike ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re hevdîtinê bike, ev tê wê wateyê ku ew bi Donald Trump re “lîstikan dilîze”.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron hêvî dikir ku Putin dê razî bibe ku bi Zilinsky re rû bi rû hevdîtinekê bike da ku ji bo aştiyê danûstandinan bike.
Lê wî got ku eger serokê Rûsyayê heta roja Duşemê ya bê razî nebe ku bi hevtayê xwe yê Ukraynayî re hevdîtinan bike, “ev ê careke din îspat bike ku Serok Putin bi Serok Trump re lîstiye.”
Macron her wiha hişyarî da ku Fransa dê zextê zêde bike da ku “cezayên seretayî û duyemîn” ên nû li ser Moskow û hevkarên wê yên bazirganî ferz bike.
Ev şîroveyên Macron di demekê de tên ku hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê rawestiyane.


