“Ocalan entegrasyona li ser bingeha komara demokratîk û civaka demokratîk tercîh kiriye”

Şanda DEMê ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrın Faîk Ozgûr Erol pêk dihat, duh çun girava Îmralî û li gel Ocalan civiyan. Hevdîtina wan qasî 3 demjimêra dewam kir. Şanda DEMê piştî ji Îmralî vegeriya daxûyaniyek ragihandin.
Hat ragihandin ku, Ocalan diyar kiriye “civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne, ku ew dikare li ser vê bingehê encaman bi dest bixe, û ji bo bidestxistina vê yekê, wî pêwîstiya qonaxek nû tekez kir ku tê de gav bi lez bi hemî awayî werin avêtin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Birêz Ocalan her gav entegrasyona li ser bingeha komara demokratîk û civaka demokratîk tercîh kiriye; ku têgihîştin û hembêzkirina vê gava stratejîk dê ji bo me hemûyan, ji bo hemî Tirkiyeyê sûdmend be. Eşkere ye ku hêsankirin an redkirina vê hilbijartinê ji hêla hin kesan di nav derdorên siyasî û çapemeniyê de zirarê dide vê pêvajoyê.”


