Rejîma Îranê darve dike PJAK ji bo xwe reklamê dike
Rejîma Xwînxarê Mellayên Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperîpur û Reza Îsmaîlî û 16 girtiyên siyasî yên bilûç darda kirin ,hemû girtiyên siyasî ji bo Azadîyê canê xwe fida kirin ne ji bo tu Partîyên Siyasî ,lê miaxbin PJAKa şaxek PKKê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwe ferset dizane û dixwaze bi vê avayê bi alîkariya rejîma Îranê xwe li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê ferz bike.
Em kiryarên qirêj ya Rejîma mellayên Îranê bi tundî Şermezar dikin û sersaxîyê didine binemal û hemû kes û karên Şehîdên Azadîyê. Bila serê Malbatê , serê gelê Kurd û hemû Kurdistanîyan sax be.
Em bangî gelê xwe dikin kû dijî rejima islamî ya Iranê da pêşeng dibînin bibin yêk û bi rakirina Ala Kurdistanê û Posterên Şehîdên Rêya Azadîyê û bi siloganên Netewî dengê xwe bilind bikin û Rejîma faşîsta Îranê şermezar û protesto bikin û nehêlin tu Hêzek bi darên zorê siyaseta xwe ser we ferz bikin.
Bjî Kurd * Bjî Kurdistan
28/10/2013
Tevgera Şoreşgerên Araratê