PDK partiya rêya Barzaniyê nemir û hêviya gelê Kurd e…
Serok Barzanî bi minasebeta 79 saliya damezirandina PDKê peyamek ragihand. Barzanî di peyame de dibêje: PDK partiya doz û nirxên bilind ên gelê Kurd e, û PDK partiya rêya Barzaniyê nemir û hêviya gelê Kurd e…
Peyama serok Barzanî:
Bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ez bi germî pîrozbahiyê li hemû kadro, endam, girseya giştî û alîgirên wê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û civakên Kurdistanê dikim û ji wan re aştî û serfiraziyê dixwazim.
Damezrandina PDKê di 16ê Tebaxa 1946an de ji bo berdewamiya têkoşîna gelê Kurd li dijî komploya dagirkerên ku hewl dan îradeya gelê Kurd bişkînin û têkoşîna gelê Kurd bêdeng bikin, pêwîstiyek dîrokî bû. Ji damezrandina xwe ve, PDK amûrek ji bo parastina maf, pênase û hebûna gelê Kurd bûye û di heman demê de amûrek ji bo bidestxistina armancên demokratîk, neteweyî û etnîkî yên gelê Kurd bûye.
Bi boneya 16ê Tebaxê û damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), em tekez dikin ku PDKê peyama aştiyê, kûrkirina piralîbûnê, biratiyê û jiyana hevbeş di hemû qonaxan de hilgirtiye.
Peyama min ji bo girseya giştî, alîgir û endamên PDKê ew e ku PDK partiya doz û nirxên bilind ên gelê Kurd e, û PDK partiya rêya Barzaniyê nemir û hêviya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, divê hemû endamên PDKê di asta mezinbûna dîroka partiya xwe û xwîna şehîdan de bin û divê erkê xwe bi awayê herî baş bicîh bînin, ku ew jî xizmetkirina, geşbûn û aramiya Kurdistanê ye.
Ez bang li hemû endamên PDKê dikim ku xwedî îradeyek û hêviyek xurt bin ji ber ku eger PDK bihêz be, Kurdistan jî bihêz e.
Mesûd Barzan
16ê Tebaxê


