Polîtîk

Xêra PYD ramana binyatnana kiyana neteweyî li bin êrîşa navxweyî daye

Daxuyanî û helwestên aliyê tundrewê PKK û pişta xwe dana li ajandaya neteweyî û xizmetkirina rejîma Esed wateyeke mezin hildigre û beşeke li tevgerek ku bi rêk û pêkî kar li ser lêdana tevgera neteweyî dike ku Partiya Demokrata Kurdistanê nûnerayetiya wê dike. Eve çend sale ramana neteweyî ketiye ber êrîşa hêzên siyasiyên navxweyî û helwesta vê dawiyê ya aliyên tundrewên PKK temamkerê vê tevgerê ne. Niha hêzên Kurdistaniyan neyarê tevgera neteweyî bi vî awayî dikarîn rêz bikîn:

1. Tevgera Iraqçî ku li bingeha xwe de baweriya wan bi kiyana neteweyî tûne.

2. Tevgera Anarşîst û herêmayetî ku kiyana neteweyî li ajandaya wan de tûne.

3. Tevgera Îslamî ya siyasî ku li kirdar û ideolijiya xwe de dijî dewleta neteweyî ne.

4. Tevgera Çep ew jî ne çepa mirovdost û modern belku klasîktirîn cûreya çepe ku bingeha xwe de tundrewe û ew jî bawerî bi kiyana neteweyî tûne.

Ev çar tevger hevkarê hevdû ne û li guh li ajandaya derekî digrin û karîne beşekî zêdeyê rewşenbîran bikşînîn aliyê xwe û kar li ser bi şaşî têgihandina nifşa nû jî dikin.

Eger bê û ev tevger li xesandina ramana neteweyî de ser bikevin, çi rû dide:

1. Ramana avakirina dewleta neteweyî dereng dixin û binpêdikin.

2. Demokrasî jî dikevê bin êrîşê bi sedemekî gelek sade ku ew jî eweye heza înkar û jêbirina beranber li nav her çar tevgeran de gelek bi hêze û ji bilî wê jî li gel hevdû de pirsgirêkên xwe yên me’rîfî û kûr heye û li nemana tevgera neteweyî de gelek bi hêsanî êrîşî canê hevdû dikin.

Zikrî Musa

 

Back to top button