Polîtîk

PYD rêgirê serekiyê azadiya Rojavayê Kurdistanê ye

Êdî dema ewe hatiye rastî bêne zelalkirin, hemû ew tevgerên PYD yên aliyê tundrewê PKK, ji bo raya giştî zelal bibin ku PYD aliyê tundrewê PKK ye li van dû salan de li Sûriye mijulî çi bûye û çawa kar kiriye?!

Li destpêka serhildana gelên Sûriye, PYD li gel Beşar ketine rêkkeftinek, her li destpêka peymanê de, PYD ji bo raya giştî wiha belav kir ku herêmên Kurdistaniyên Sûriye, azad kirine, mebesta wê belavkirinê de ewe bû hêzên Kurdan û xelkê Rojavayê Kurdistan baweriyê pê bînin ku ew herêm hatine azad kirin ji bo wê yekê heta wan herêman kontrol bike, yan xwe bi hêz dike, Kurd kêşe ji bo Beşar Esed dirust neke, ewe li demek de zêdetirê 13 hezar serbazê Beşar li herêma Qamişlo û Hesekê de hene. Bikaranîna azadbûna Rojavayê Kurdistanê ji bo kuştina azadiya Kurdistanê bû. Li nav rûyê serhildana xelkê Rojavayê Kurdistanê dijî Beşar Esede. Bêguman PYD li wir de serketinê bi destanî û karî wiha bawerî bi dewrubera xwe bênê ku Rojavayê Kurdistanê hatiye azad kirin.

Lê belê ewê ku heta niha li ber wê sîstema girtiya Rojavayê Kurdistanê tê peyrew kirin,  nebûna zanyarî ji ber hêza PYD çeka Rojavayê Kurdistanê, ne xwe muxaberata rejîma Esed û 13 hezar serbazê wê jî li Qamişlo û Hesekeyê de heye, ku bi hemû awayekî derfetê bi tu kesekî nade, li wan herêman nêzîk bibin û wan rêyan jî heta niha karîne zanyariyan ji raya giştî veşerin. 

Rêkan Sebah

 

Back to top button