Polîtîk

Îdia:Sûriye ji bo şerê li dijê HSDê xwe amade dike!

Li gora hinek çavkaniyên rejima Şara, artêşa Sûriye ji bo operasyonekî li dijê HSDê xwe amade dike. Herweha çavkaniya ji rejima Şara, dibêje ku, li hevhatinek 10 maddeyî di navbera Şara û Ebdî de hatibû îmzekirin. Lê HSG qet li van maddeyên li hevhatinê nema girêdayî û tu gavek neavêt.

Ji bo vê jî niha dê sûriye operasyonekî li darbêxe. Ji bo vê jî HSDê di serokatiya Ilham Ehmed de heyetek rêkir Şamê. HSD hewldide ku vê operasyonê rawestîne.

Hikûmeta Sûriyê dixwaze ku, HSD çekên xwe deyne, tevlî artêşa Sûriyê bibe, ji zeviyên petrol û gazê vekişe û deriyên sînor radest bike. Her wiha israra xwe ya li ser radestkirina Bendava Tişrînê didomîne.

Back to top button