Polîtîk
Divê çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî encamên Konfiransa 26ê Nîsanê be

Desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî duh di civîneke online de li gel nûnertî û encûmenên xwe yên xwecihî li Ewropayê, avakirina şanda Kurdî û danûstandinên li gel hikûmeta Sûrî gotûbêj kir.
Di civînê de, berdevk û endamê serokatiya ENKSê Fêsel Yûsif û serokê nûnertiya Ewropayê ya encûmenê Ebdulkerîm Hacî beşdar bûn, serbarî serokên xwecihiyên ENKSê li Elmaniya, Belcîka, Nemsa, Holenda û Siwîsirayê.
Yûsif li ser avakirina şanda Kurdî rawestiya û diyar kir ku divê hikûmeta Sûrî bi awayekî cidî danûstandinan li gel şanda Kurdî bike û tekezî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî derencamên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kir.
Di dawiyê de, dergehê pirsan li pêş beşdarbûyan hate vekirin û bersiva wan hate dayîn.

