Nivîskarê rojnemeya Tirkî Huriyetê Abdulkadir Selvî îro nivîsek balkêş nivîsî. Selvî îdia dike ku, parêzerê Selahattin Demirtaş naxwazê Demirtaş ji girtigehê derkeve û siyasetê bike.
Di vê derbarê de Selvî beşek nivîsa xwe de weha dibêje:
” Min pêşniyarkir ku bila Demirtaş siyasetê bike, lê bertek hat nîşandan hun dibêjin ev bertek ji kûve hat?
Ji AK Partiyê? Ji MHPê? Ji CHPê? Ji Partiya İYİ Partiyê? Ji Partiya Serkeftinê?
Na. we qet nizanibû…
EW PARÊZER..!
Ew ji parêzerê Selahattin Demirtaş, Mahsuni Karaman, hat, û bi zimanekî kirêt ku tenê li Mahsuni Karaman dikare bi karbîne ev bertek hat. Parêzerek berî her tiştî hewl dide ku muwekîlê xwe ji zindanê derêxe.
Ji ber vê yekê çima parêzerê Selahattin Demirtaş dê ji daxwaza min a ji bo berdana Selahattin Demirtaş aciz bibe? Çima ew ê êrîşî min bike ji ber ku min gotiye divê Selahattin Demirtaş ji zindanê were berdan û divê siyasetê bike?
An Mahsuni Karaman naxwaze Selahattin Demirtaş ji zindanê were berdan? Ma gelo ew naxwaze Selahattin Demirtaş siyasetê bike?
An jî gelo parêzerê Selahattin Demirtaş bi kesên ku dixwazin Selahattin Demirtaş di zindanê de bimîne re têkiliyek heye? “

