CivakFlaş

Ereb ji Efrînê derdikevin diçin cihên xwe

Karwanekî din ê malbatên Ereban ji bajarê Efrînê derket û berê xwe da Şama paytexya Sûriyê.

Karwan ji 50 otombîlan pêk dihat duh 5ê Tîrmeha 2025an bi şevê ji bajarê Efrînê derket.

Li gorî jêderan ev malbatên ereban li navenda bajêrê Efrînê û navçeya Raco niştecî bûn, û ji şêniyên Şamê û gundewarê wê ne.

Di 10ê Tîrmehê de karwanek ji zêdetirî 30 barhilgir û otombîlan li xwe digirt, ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê derketin, û berê xwe da parêzgehên Şam û Himsê.

Piştî ketina Esed bi dehên hezaran ji malbatên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine û berê xwe daye parêzgeh û bajarên xwe.

Back to top button