Kultur

Zanîngeha Dihokê îsal 3.000 xwendekar werdigre

Dr Musliye Dihokî Serokê Zanîngeha Dihokê li hevpeyvîneke taybet de ragihandiye ku biryare heftiya pêş de navê xwendekaran li zanîngeh û peymangehan bê ragihandin û da zanîn ku Zanîngeha Dihokê dikare 2 hezar û 165 xwendekaran werbigrê, lê belê pêşbîniya wê yekê tê kirin ku 3 hezar xwendekar bêne wergirtin. 

Her wiha Dihokî dide zanîn û dibêje: Hinek beşên ku nû hatine vekirin, ji ber kêmbûna mamostayan dinalin, lê belê me çendîn mamoste ji derve aniye û li anîna mamostayên şareza de em berdewamîn bo ku asta zanistiya wan kolejan ku asta wan nizme bilind bikîn.

Back to top button