Hêzeke yekgirtî ava bikin!!! Lê divê çawa be???

Çima yekitiya xwe pêk naynin da ku dost û dijmin jî bizanibin, hûn in yên maf û doza Kurdistanê diparêzin.

Bûbê Eser
Hin ji serok û cihgirên serokên partiyên Kurdistanî, dibêjin ku em jî weke aliyê kurd dikarin komisyonekê ava bikin. Helbet ev pêşniyarek baş û li cih e. Lê mixabin ew bere nayê avakirin û sedemê wê çiye em pê nizanin. Hin ji rêvebirên partiyên Kurdistanî tim dikin gazî û hawar dibêjin: “Pêwîste eniyeke neteweyî bi damezrandin. Da ku temsîleke Kurdistanî derkeve”. Ev jî karekî pîroz û li cih e.
Lê ez ji gotin û nivîsên rêvebiran şaş dimînim ku çawa weha dibêjin? Yên dikarin, enî, platform û yekitiyan pêk bînin ew bi xwe ne. Bi serde jî her roj vê tînin zimên. Lê dîsa ev pêk nayê. Gelo çima?
Gelo kî ne ku naxwazin tiştekî weha pêk bê? Ew jî ji gel re nayê eşkerekirin. Heger me weke milet û endamên partiyan bizanîbana yên ji yekitî û hevkariyeke weha re dibin asteng, mirov jî dikare bibe xwedî helwesteke neteweyî da ku ev pêk bê.
Çawa ku dewlet û pkk li paş deriyan bi hevre di nava têkiliyan de ne. Partî û rêxistinên me jî di nava xwe de di nava diyalog, dan û stendinê de ne. Kî çi dibêjin em pê nizanin.
Kurdno, serok û rêvebirno, hûn, em û gel roj bi roj têk digarin. Ev têkçûn malwêranî û tunebûna kurdan e. Ma ne bese êdî!!!
Heşên xwe bidin serê xwe. Hûn jî em jî dizanin ku em bi vê qûşê nikarin bighêjin Mûşê. Miletek li serdestê Kemalîstên Kurdan têk dihare. Hûn hîn gazinan dikin û gotina yekitî an bi hevre karkirinê di devê xwe de weke benîşt diçûn.
Projeya dewletê ya li ser destê pkk dixwazin pêk bînin, ji paymana Lozanê xerabtir e. Wê Kurd ji nû de rû bi rûyê Jenosîd û qetlîamên mezin bibin. Lê hezar mixabin ku hê jî partiyên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, ji bangan pêve tu gavan navêjin.
Heta ku partî û rêxistinên Kurdistanî, ew partî û rêxistinên naxwazin yekitî, hevkarî an platformeke Kurdistanî pêk bê, eşkere nekin, em ê jî tu yekitiyan nebînin.
Heta ku bi zelalî, şefafî û eşkereyî karê tê kirin ji raya giştî re eşkere nebe. Em ê weke miletê kurd tu yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî nebînin.Ji ber ku hin partî û rêxistin li benda roja xwe ne ku dê çawa berjewendiyên xwe yên sexsî bi serbixin.
Îro dewlet û pkk li paş deriyan çi dikin, çi plan û projeyên nû ku kurdan tune bikin digerînin, em pê nizanin. Her weha em kar û xebatên ji bona gav avêtina yekitiyan, di nava partiyên Kurdistanî de jî çi tê gotin, çi dolab têne gerandin, em wê jî nizanin.
Heta vana di tariyê de bimîne. Heta ku vana li paş deriyan bêne axaftin, em ê weke milet her wenda bikin. Sedena vê jî, partiyên her yek ji wan bi sed kesan û ji xwe re dibêjin em kurdustanî ne. Madem hûn Kurdistanîne û Kurd li ber çavên we têk dihare, çima bêdeng in? Çima yekitiya xwe pêk naynin da ku dost û dijmin jî bizanibin, hûn in yên maf û doza Kurdistanê diparêzin.
Hêzên xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek da ku hûn jî weke muxalefeta kurd bêne nasîn.
Heger hûn vê nekin, sûcdar hûn in. Hêzeke yekgirtî ava bikin da ku hûn bikaribin dozê li nivîskar, rewşenbîr û kesên westitayî bikin da ku tevlî karê rêxistiniyê bibin. Heger hûn vê nakin, ji kerema xwe re bes behsa yekitiyan bikin.
Mirov bi pêlik pêlik bi dirêncekan re hildikişe. Yek bi yek hilkişîna pêlikan mirov dighêje serî. Hêdî hêdî û yek bi yek hilkişîna pêlikan, mirov xwe digihêjîne armanca xwe. Bi yek gavê bi çend pêlikan re hilavêtin, mirov dikeve û êdî nikare rabe. Loma berê yên nêzîkî hev, werin ba hev. Îmkanan peyde bikin ku yên din jî bêna nava we. Helbet daxwaza yekitiyê berfirehe, ya herî baş ew e ku yên nêzîkî hev vê pêk bînin.
Ma ne ev silogana PWK bû ku dema hate damezrandin damezrandin digot in: Yên nêzîkî hev bila bibin yek? Baş e ji damezrandina xwe û heta îro ev pêk anîne ya na? Loma ez dibêjim: Ji bona pêkanîna vê divê demildest HAK-PAR û PWK vê pêk bîninin. Li bakurê Kurdistanê altarnatîfeke neteweyî bi hevre damezrînin. Dûre jî ji bona karê berfirehtir, divê bangî kes û kesayetiyan, partî û rêxistinên din jî bikin. Rêya çareseriyê ev e û ne tiştekî din. ÊDÎ HÛN DIZANIN…


