Parêzgariya Dersimê beşdariya hinek guruban ya Festival a Munzurê qedexe kir
Parêzgariya Dersimê sê komên ku biryar bû îro di Festîvala Munzurê de derkevin û ser dikê qedexe kir. Parêzgariyê çalakiya berê yên koma Ermenî wekî hincet nîşan kir. Berê vê gurubê di festîvalê de ala Ermenistanê bilind kirîbû. Sedemê qedexekirina gurubên din jî bi hêceta “propagandaya terorê” da xûyakirin.
Îsal, 23emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê, ku bi dirûşmeya “Dersim Jiyan e; Dest Nede Xwezaya Min, Îradeya Min, Zimanê Min, Baweriya Min” tê lidarxistin, dest pê kir. Parêzgariya Dersimê Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Koma Folklorî ya Veradardz a Ermenî, ku berê ji bo festîvalê hatibûn vexwendin û di bernameya festîvalê de cih digirtin, ji ber sedemên cûrbecûr qedexe kir.
Di fermana qedexekirinê ya Parêzgariya Dersimê de wiha hat gotin: “Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Koma Veradardz di tu şert û mercan de nikarin çalakiya xwe bikin.”
Parêzgariyê diyar kir, “Hatiye tespîtkirin ku koma muzîkê ya Koma Folklorî ya Veradardz ne tenê şanoyek pêşkêş dike. Sala 1919ê jî beşdarî Festivalê bûye û ala Ermenistanê bilind kiriye bi vê jî ji armanca xwe ya hûnerî dûrketiye.
Her wiha, derbarê komên “Grup Yorum” û “Grup İsyan Ateşi” (Agirê Serhildana Komê) de, ku di Bernameya Festîvalê yaku, Federasyona Komeleyên Dêrsimê pêşkêşî Parêzgariya Dersimê kiriye de navê wan nehatiye nivîsandin. Lê di Festîvalên Çand û Xwezayê yên Munzurê yên ku di salên berê de hatine lidarxistin de van guruban cih girtine ji ber ku navên wan di bernameyê de hatibû nivîsandin.
“Lêkolînan destnîşan kir ku endamên ‘Grup Yorum’ ji ber endametiya wan di rêxistina terorîst a DHKP/C û çalakiyên wan di nav rêxistinê de hatine girtin, di heman demê de endamên ‘Grup İsyan Ateşi’ gelek caran bi tohmeta propagandaya rêxistina terorîst a TKP/ML hatine tomar kirin.
Ji ber van sedeman, heke ev kom beşdarî çalakiyên ku dê di navenda bajarê me û navçeyên Xozat, Pulur, Pilemûriye Pertek û Qislê de wekî beşek ji Festîvalê werin lidarxistin bibin, rêxistinên terorîst û komên marjînal dikarin hewl bidin ku bi êrîşên sansasyonel û provokatîf ên bi armanca şîdeta civakî nearamiyê biafirînin.


