Polîtîk

Bahçelî îdiayên bazarkirinê red dike..!!

Di derbarê xwe fesihkirina PKKê û danîna çekan de, di nava PKKêdehinek dîtin ên cuda car bi cara têne gotin. Di vê derbarê di medya Tikrkî de nirxandin têne kirin û taybetî Bahçelî tê rexnekirin. Li ser vê mijarê Devlet Bahçelî daxûyaniyek ragihand.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî derbarê biryara hilweşandina PKKê û merasîma şewitandina çekan de daxuyaniyek nivîskî ragihand.

Bahçelî di bersiva îdiayên bazarkirinê yên di daxuyaniya xwe de got, “Ew kesên ku îdia dikin ku dewlet bazariyekî dike buxtankar in. Îdiakirina ku pêvajoyek dayîn û standinê di rê de ye, ev yek bi xwe hilweşandiye rêxistina terorîst gihîştiye astek bilindtir û destkeftiyên nû bi dest xistiye, tahrîfkirina vê tirsonekiye.”

Hin beşên daxuyaniya Bahçelî wiha ne:

“Ew kesên ku nikarin xwe bi şert û mercên nû yên Tirkiyeyê re biguncînin , ew kesên ku ji ber pêşketinên dibin gêj bûne, pêşşketinên çêdibin re ne amadene. Veca serî li derew û buxtanan didin û kampanyayên xwe yên reş de dilezînin û bi awayekî, encama xwezaya xwe ya gendel tînin rojevê.

Ew kesên ku îdia dikin ku dewlet bazariyekî dike, buxtankar in.

Bi rastî, ew kesên ku pêvajoyê wekî Sèvres-ek veşartî bi nav kirin bêyî ku yek bendek ji Peymana Sèvres bixwînin, û ew kesên ku hewl dan wê wekî wusa şîrove bikin, ketine nav çala şermê.

Ew kesên ku terorê wekî çavkaniyek ya jiyana xwe dibînin, bê xwarin mane, û serkaniya wan hişbûye.

Back to top button