
Nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê dibêje ku, serokwezîrê Îsraîlê û serokê Sûriyê li ser agirbestek bi piştgiriya Amerîkayê li hev kirine û bang li Durzî, Bedewî û Sunniyên Sûriyê dike ku çekan deynin û “nasnameyeke nû ya Sûrî” ava bikin.
Roja Şemiyê, 19-07-2025, Tom Barack, nûnerê taybet ê serokê Amerîka yê Sûriyê, di peyamekê de li ser tora civakî ya X, de ev yek weke “pêşkeftineke mezin” bi nav kir.
Barack dibêje: “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê [demkî] yê Sûriyê Ehmed Şara, bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî û Wezîrê Derve Marco Rubio, li ser agirbestek li hev kirine ku ji aliyê Tirkiye, Urdun û cîranên wan ve hatiye pêşwazîkirin.”
Nûnerê taybet ê Amerîkayê di beşek din a axaftina xwe de li X got: “Em bang li Durzî, Bedewî û Sunniyan dikin ku çekên xwe deynin û bi hev re bi kêmneteweyên din re, nasnameyeke nû û yekgirtî ya Sûrî di aştî û serfiraziyê de bi cîranên xwe re ava bikin.”
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, heta niha 718 kes di şerê li Suweydayê de hatine kuştin. Serokê demkî yê Sûriyeyê roja Pêncşemê rêkeftinek ragihand, lê rageşî roja Înê ji nû ve dest pê kir.
Destpêka rageşiyê: Pevçûn di navbera eşîrên Bedewî û şervanên Durzî de derketin, û hikûmeta Sûriyeyê bi hinceta vegerandina aştiyê leşker şandin herêmê.
Komên Durzî dibêjin ku hêzên hikûmetê li kêleka xelkê Bedewî li dijî Durzî şer kirine.
Di vê navberê de, Îsraîlê bi hinceta parastina kêmneteweya Durzî êrîşên hewayî li ser çeperên artêşa Sûriyeyê li Şamê da destpêkirin.
Serokatiya Sûriyeyê roja Çarşemê daxuyaniyek weşand û “van kiryarên hovane bi tundî şermezar kir” û soz da ku “hemû bûyerên têkildar lêkolîn bike û hemû kesên têkildar ceza bike”.
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên ku ketibûn bajarê Suweydayê roja Çarşemê bi şev piştî gefên Îsraîlê ji bajêr vekişiyan.


