The Daily Star: Di demeke nêzîk de Dewleta Kurdî
Rojnameya The Daily Star ya çapa Lubnanê, li raporek de di derbarê rewşa rojhilata navîn nivîsiye: Li Herêma Kurdistanê da Kurd herêmek ji bo xwe dirust kirine û têda bi aramî dijîn û wan peywendiyekî baş li gel dewrubera xwe de heye, her wiha hengav bi hengav ragihandina serbixweyiya xwe nêzîk dibin.
Rojname balkişandiye li ser wê yekê ku pêşketin û aramiya herêmê, sedema serekiya nêzîkbûna Kurd ya serxwebûnê ye. The Daily Star nivîsiye “Bi hebûna çavkaniyeke zêdeyê sirûştî û li nav wan de jî neft, her wiha hebûna pêwendiyekî baş li gel welatên dewruber bi taybetî Tirkiye, dirustbûna dewleta Kurdî li demeke nêzîk de li holê daye.”
Her wiha dinivîse, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nûtirîn hevdîtina xwe de li gel Ajansa Frans Press radigihîne “Herêma Kurdistanê mafekî sirûştiya xwe ye bibê xwedî dewlet, lê belê ew maf nabê bi tundutîjiyê bê, belku divê bi rêya sirûştî bê. Serokê Herêma Kurdistanê dibeje “Niha serdema têgihiştine, em jî piştgiriya diyaloga di navbera Kurd û welatên wekî Sûriye û Tirkiye û Îranê dikin”.