Piştî demeke dirêj li 30.09.2013 Serok Wezîrê welatê Tirkiye naveroka paketa demokrasiyê xwend û pêşkêşî raya giştî kir. Hedefa serekî li amadekirina vê paketê ji bo dabînkirina demokrasiyê ji bo welatiyên welatê Tirkiye pêkhatiye ku bi bê cûdahî li navbera netewe û ziman û ol û peydakirina çareseriyek ji bo kêşe û girifta beşekî runiştvanên welatê Tirkiye. Bi dehan sale bi sedema yasa û biryarên şaşê Hikûmeta Tirkiyê li gelek mafê rewa ji (Kurd, Elewî, kemîneyên din û Qerec) hatibûn bêbeşkirin.
Hinek li çalakvanên siyasiyê welatê Tirkiye vê paketê bi pêvera demokrasiyê wesif dikin û bi xala serkeftineke dîrokî li demokrasiyeta Tirkiyê de dibînin.
Lê belê her raste rast piştî dawî hatin daxuyaniya Erdogan ya di derbarê paketa demokrasiyê de, nerazîbûn mezin lêket bi taybetî ji aliyê çalakvanên siyasiyê Kurd, ji ber ku naveroka paketê ya di derbarê kêşe û giriftên Kurdên Bakur kêmasiyeke mezin têda dihate dîtin.
Li vê paketa vê carê de sê madde peywendî bi pirsa Kurd ve hebû:
1. Xwendin bi zimanê dayik, tenê li xwendingehên taybetiyan de rê didin dersên zimanê Kurdî bê xwendin. Wate ev madde xwendingehên Hikumiyan nagirê.
2. Piştî niha rê didin bikaranîna pîtên X, Q, W li dema nivîsîna Kurdî ya latînî. Hêjayî gotinêye berê bikaranîna van sê pîtan qedexe kiribûn û li dema bikaranîna wan sizay 2 heta 6 mehan dihatin zîndanî kirin.
3. Ew qewareyên siyasiyên ku li hilbijartina Parlemenê de dikaribûn % 3 deng bînin ji aliyê Hikûmetê ve yarmetiya xezîneyê werdigrin. Partiyên Kurdan dikarin sûd ji vê maddeyê werbigrin.
Her çende Erdogan wê yekê dûpatkiriye ku ev paket ne yekem pakete û ne dawiye jî, belku berdewamiya xwe dibe ji bo nêzîk bûna wan ya bi destanîna sîstema demokratiya tevahî, kêmasî ji wê yekê jî nekir ku karekî wiha ne hêsane welatê Tirkiye bikarê demokratiyekî tevahî bi dest bîne.
Hêjayî gotinêye li salên pêş de çendîn paketên bi vî awayî hatine amadekirin, bi taybetî piştî sala 1990, lê belê tu encamek ji bo pirsa Kurd nebûye.
Ji bilî bê hêvîbûna welatiyên Kurd ya di derbarê bi destxistina demokratiyekî tevahî ji aliyê Hikûmeta Tirkiye ve, lê belê Kurdên navçeyê li benda maddeyên dinê pakêtêne û bi hêviya vegerandina wan mafanin ku ji wan hatiye wergirtin.