Ala Kurdistanê ligel alên welatên cîhanê tê firotin
Li Frankfurta paytexta Elmanyayê di super marketeke bajêr de ala Kurdistanê li ser ser tîşort û stupêçan (etqî) ligel alên welatên cîhanê tê firotin û bihayê wê jî 30 euro ye.
Di vê derbarê de wênekêş Hêmin Ranyeyî ji BasNewsê re got: ‘’Piştî ku me serdana Elmanya kir û li nav bazara paytextê wî welatî geriyan, di super marketeke navdar a bajêr de wek alên hemû welatên din me ala Kurdistanê li ser tîşort û stupêçan dît û gelekî kêfa me hat, lewra min çendîn wêneyên wê marketê girtin.’‘
Ranyeyî wiha axifî: ‘’Bihayê her tîşortekî ku ala Kurdistanê li ser e 30 euro ye û bihayê wê jî wek yên welatên din e, herwiha ala Elmanya jî ku li ser tîşortan bû bi heman nirxî bû. Kurdên Elmanya jî bi taybetê di boneyan de bi awayekî berfireh ala Kurdistanê dikirin.’‘