Pişgiriya pêvajoyê…!

Pêvajoya ku, wek projeyeka dewleta Tirk, bi banga serokê MHPê Devlet Bahçelî û bersiva Abdullah Ocalan destpêkirî heta niha bi awayê hatî plankirin rêve diçe. Fesihkirina PKKê û devjêberdana çekan ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê û ji bo miletê Kurd gavek baş e. Jê vê pêve tişteka bi erênî mirov behsê bike tûneye. Niha dewlet dê ji bo kurdan çi gavê bavêje hêja nayê zanîn. Lê her gava ku berjewendiya civata kurd de bê avêtin gerek bi erênî pêşwazî lê bê kirin.
Nabe aliyên ji derê PKKê aliyên Kurdistanî ji dev daxwazên xwe berdin. Gerek heta hetayê dewletbûna Kurdan wek armancek pîroz bê parastin.Nabe bi tu awayî ev mafê Kurda ji rojevê derkeve.
Dewletê ev pêvajo wek pêvajoya Tirkiyek a bê teror nab kiriye. PKK çi navî lê dike bi keyfa xweye. Herweha Kurd jî li gora xwe navên cuda heta pêvajoyek bê nav jî li vê qonaxê dikin. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nemana siha çekan xelkekî ber bi bîr û baweriyên azad tir ve dibe. Dema mirov di bin siha tifekê de nefikire û nebe xwedî helwest, gelek tişt cuda dibe û insan dikare bi azadî bifikire.
Piraniya çekdarên PKKê li herêma Kurdistanê diman. Herêm bibû qada şerê PKKê û dewletê. sekinandina vî şerî dê bihêle li herêma Kurdistanê nêzikî 500 gund ji nûve werin avakirin û xelkê deverê vegere ser mal û milkê xwe. Ji bo vê yekê jî desthilata herêma Kurdistanê taybetî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serok Barzanî gelek rolek erênî ji bo serkeftina vê pêvajoyê leyiztin.
Kurtasî bê çekirina PKKê li Herêma Kurdistanê ji bo gelek tiştan girînge û di berjewendiya Herêmê de ye. Ne hevceye mirov behsa siyaseta Ocalan û PKKê bike. Ji xwe eger heta niha Kurda ev siyaset nasnekiribe , ji hir pêde naskirin jî bê feyde ye.
Rewş ber bi kûve herê bila herê, kî çi bêje bila bêje, PKK piştî banga Ocalan ku dibêje; Behsa serxwebûne, federasyonê, xweseriyê , yan jî mafên çandî jî nekin. Tenê siyaseta Cumhuriyeta Demokratik rêve bibin. Ocalan vekirî niyeta xwe didde kifşkirin û bi zelalî armancên xwe dibêje.
Eger bê ku nirxandinek kûrahî li ser vê pêvajoyê bê kirin avêtina hinek gavan dikare zererê bide xwediyê xwe. Gerek hergava di vê pêvajoyê de bê avêtin gelek bi hesasî û piştî nirxandinek rêk û pêk çêbibe. Bila em xwe nexapînin, ji aliyekî ji bo serketina pêvajoyek ku, çek ji holê rabin pişgirî bê kirin, ji aliyek din bîr û bawerî û armanca Ocalan baş bê nirxandin û zanîn. Ev yek gelekîgirîng e. Her gava bê avêtin gerek gelek bi hesab be.
12.7.2025
Nêrîn/Şirove


