
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî kir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de gengeşe li ser dawî pêşhatên rewşa ewlehiya Iraqê kirin, tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera artêşa Iraqê, Pêşmerge û hêzên ewlehiyê de kir û herwesa behsa bizav û gavên dawiyê yên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî kir.
Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, wan bal kişand ser rewş û pêşhatên dawiyê yên Rojhilata Navîn û encam û bandorên wê li ser welatên deverê. Her du alî hevnerîn bûn ku, siyaset û xebata ji bo dûrxistina Iraqê û neketina nav pirsgirêk û nakokiyên li deverê bidomînin û pirsgirêkan çareser bikin da ku aştî û tenahiya welatî biparêzin.
Parastina tenahî û ewlehiya sînoran û çend pirsên din ên ewlehiyê jî aliyekî din a wê hevdîtinê bû, ku Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî tevlî wê hevdîtinê bûbû.