Cîhan
Serokê şeredariya Antalya ji kar hate dûrxistin
Wezareta Karên Hundir ragihand ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Böcek ji kar hatiye dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de dibêje:
“Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Böcek bi biryara hejmar 2025/482 ya 5ê Tîrmeha 2025an a Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6emîn a Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî wî ji ber sûcê ‘wergirtina bertîlê’ hatiye destpêkirin, li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya hejmar 5393, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatiye dûrxistin.”
Hejmara şaredarên CHPê yên ku ji kar hatine dûrxistin, tevî Böcek, gihîştiye 12an.


