
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî “rêxistina sûc a Ezîz Îhsan Aktaş” tê meşandin de, Şaredarê CHPê yê Semsûrê Abdurrahman Tutdere hate binçavkirin. Tutdere tevlî hilbijartinên 2024an bû û CHPê piştî 47 salan Şaredariya Semsûrê destveanî.
Operasyonên derbarê şaredariyên CHPê de berdewam dikin. Ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere biryara binçavkirinê hat dayîn.
Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere daxuyanî da û got, “Ez îro sibê ji mala xwe ya li Enqerê hatim binçavkirin. Ez birim Stenbolê.” Her wiha ji bo Cîgirê Şaredarê Büyükçekmece Ahmet Şahin û ajokarê wî, rêveberê karûbarên paqijiyê yê Şaredariya Seyhanê Ozcan Zenger biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî “rêxistina sûc a Aziz Îhsan Aktaş” dimeşîne de bi tevahî 10 gumanbar hatine binçavkirin.