FlaşNivîsar

Şerê Îsraîl û Îranê: Kurd li kû ne…!

Roja şerê Îsraîl û Îranê destpêkirî heta niha dihat gotin ku, ka gelo dê Amerika tevlî şer bibe yan na. Di eslê xwe de ji roja yekem Amerika tevlî şer bû. Ji ber ku Îsrail tu cara bê ku îcaza Amerikayê bigre êrîşekî ya wek roja ewil a şer li dijî Îranê nake.

Eve 9 rojin ji Rusya bigre heta Çin, Koreya Bakur yanî eniya malûm ku pişgiriya Îranê dikin daxûyaniya didin ku da çavê Amerikayê bitirsînin.

Di encam de Amerika êrîş kir û niha jî dê li hêviya bertekên navdewletî û herêmîbin. Îran li Rojhilata navîn heta Efrîqa pişgiriya rêxistinên terorîst dike. Îran pişgiriya herî mezin ya PKKê jî dike û ew wek tehdîdekî li himber destkevtiyên Kurdistanî bi kardianiya. Ev ya raste, veca herkes bi awayekî li gora xwe şiroveya dike.

Lê em wek Kurd bi ramanên xwe bi nehînîbê jî di tebîetê xwezayî de eniya ku lê cih digrin kifşe. Lê ji bo hinek pirsên herêmî belkî ev yek gelek bi zelalî nayê rojevê, Gerek bê zanin ku çarenûs û pêşeroja Kurda li gel vê eniya ku li dijê dewletên ku Kurdistan dagirkirine şer dikin ve girêdaye. Kurd bivin nevin ev rastiya Kurdaye.

Niha Amerika ya xwe kir. Herkes niha li helwesta Rusya, Çîn û Koreya Bakur dinêre, ka gelo dê çi deng ji wan derkevin. Bê guman Amerikê dema ev gav avêtî hesabê her tiştekî kiriye. Gelo dê şerek cihanî derkeve yan dê tenê ev şer li herêmê bimîne. Ev nayê zanîn. Lê ihtimala ku nebê şerek cîhanê behtire.

Ji aliyek din hêzên herêmî dê çi bikin. Gelo dê êrîşa bingehên Amerikî di herêmê de bikin yan na. Eger ev bê kirin dê bibin armanca êrîşên Amerikî û ji holê rabin.

Dixweyê dê ev şer gelekî dirêj neke û eger dirêj bike, rejima Îranê dawîya xwe jî amade dike.

Herkes li cîhanê û herêmê de ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Hêvî ewe ku berjewendiyên Kurda çi de be ew bibe.

22.6.2025

Nêrîn/Şirove

Back to top button