Cîhan

Trump: Divê herkes ji Tehranê derkeve

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê şerê Îsraîl-Îranê de daxuyaniyek da û got “Divê her kes ji Tehranê derkeve.”


Îsraîlê li Tehranê êrîşî Televîzyona Dewleta Îranê kir. Êrîş di weşanên zindî de hate nîşandan, û gelek kesên di avahiyê de jiyana xwe ji dest dan.


Di demekê de ku Îranê bi avêtina mûşekên balîstîk û êrîşên dronan bersiv da êrişên Îsraîlê yên li ser Tehranê, li paytexta Îsraîlê Tel Aviv siren lê dan.


Hişyariyek berbiçav ji Serokê Amerîkayê Donald Trump hat. Trump got ku divê Tehran, paytexta Îranê, were valakirin. Serokê Amerîkayê got, “Divê her kes ji Tehranê derkeve û Tehran werê valekirin”


Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt jî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê ji ber şerê Îsraîl-Îranê ji civîna G7 ya li Kanadayê zû derkeve û vegere Washingtonê.


Serokê Amerîkayê Trump di roja yekem a Civîna Rêberên G7 ya li Alberta, Kanadayê de bi endamên çapemeniyê re axivî û destnîşan kir ku Amerîkayê her tim piştgirî daye Îsraîlê û dê berdewam bike û got, “Me demek dirêj bi tundî piştgirî daye Îsraîlê û Îsraîl niha di rewşek pir baş de ye.”

Trump, îdia kir ku wî 60 roj ji bo danûstandinên nukleerî daye Îranê lêew ne amade ye ku peymanekî çêbike û got, “Îran dixwaze biaxive, lê divê ew zûtir bikira. Ev ji bo her du aliyan jî bi êş e. Îran di vî şerî de bi ser nakeve, divê ew berî ku pir dereng be li ser maseyê rûnin.”

Dema ku ji wî hat pirsîn ka gelo DYA bi awayekî leşkerî di “şerê” di navbera Îsraîl û Îranê de beşdar e, wî bersiv da, “Ez naxwazim li ser vê yekê biaxivim.”


Serokê DYA Donald Trump jî pêşnûmeya daxuyaniya hevbeş a serokên G7-ê ya derbarê nakokiya Îsraîl-Îranê de, ku ji her du aliyan xwest ku tengezariyan kêm bikin û ji xetereya îstîqrara herêmî dûr bisekinin, îmze nekir.


Ji aliyekî din ve, di nav rojê de, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu daxuyaniyek da ku daxuyaniya Serokê DYA Donald Trump a “Em di êrîşên li ser Îranê de beşdar nînin” bi awayekî pratîkî red kir. Netanyahu got, “DYA alîkariya me dike. Ez bi Serok Trump re di têkiliyê de me û ez alîkariya ku ew dide me teqdîr dikim.”

Back to top button