Pizîşkiyan:Îsraîl dê ji gavên îro avêtine poşman bibe.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser êrişên berfirêh ên Îsraîlê daxuyanî da.
Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku serokkomarê welat û tîma dewletê birêvebirina rewşê girtine ser milên xwe û civîna hikûmetê birêve çûye.
Serokkomarê Îranê diyar kir ku Îsraîl dê ji gavên îro avêtine poşman bibe.
Mesûd Pizîşkiyan bang li xelkê Îranê kir û got,”Gelê Îranê û berpirsên welat li hember vê cinayetê bê deng namînin û bersiva rewa û bihêz a Komara Îslamî ya Îranê dê dijmin ji kiryara xwe ya bêaqil poşman bike.”
“Îran dê bersivê bide êrişa rejima Îsraîlê”
Serokkomarê Îranê amaje bi êrişa Îsraîlê kir û got, “Îro gelê Îranê bêhtir ji her demekê zêdetit pêwistiya wan bawerî, hevdilî, yekitî û lihevkirinê heye û bi alîkariyê Xwedayê ezîz, bi vê ruhiyeta bihêz, bersiveke dijwar, aqilane û bihêz dê bide cinayeta rejîma dagîrker.”
Pizîşkiyan Îsraîl tehdîd jî kir û got, “Li gorî gotina pêşengê me yê mezin, eger ala ji destê fermandarekî bihêz bikeve, fermandarekî din dê wê hilde û biçe meydanê.
Komara Îslamî ya Îranê çawa ku ji bo aştî û aramiya cîhan û herêmê hemû hewla xwe bi kar anî û amadebûna xwe ya tam ji bo gotûbêjên dirêj û bawerîsaziyê bo cîhanê, di rêya aştîxwaziyê de, îspat kir, di bersivdana êrişê û parastina rewa ya tevahiya welat de jî bi qethî dê tevbigere.”
Di êrişa vê sibehê ya Îsraîlê de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatibûn kuştin.