Nivîsar

Ocalan û PKKê nasbikin daku pêşîya xwe bibînin..!

Eger bala we bikşîne  piştî daxûyaniyên Ocalan di derbarê PKKê û Pirsa Kurd de, gelek guhertinên ramanî peyda bûne. Ji roja roj pêde yên PKK û Ocalan naskirin û stratejiya dewleta Tirk di derbarê pirsa Kurd de têgihayîn dizanîna Ocalan û rêxistina ku, ji bo projeyaka dewletê avakirî çîye û ew rexne dikiran û hewldidan rastiya PKKê bidin nasandin. Lê mixabin berfirehbûna PKKê bi deste hêzên tarî yên dewletê sedemek bingehîn bû ku, gelek insana taybetî ciwanên Kurd bê ku, siyaseta PKKê tehlîl bikin, bêku PKKê nasbikin bi kelecanekî dest avêtin çekan û tevlî PKKê bûn.

Piştî berfirehbûna PKKê beşek insan bê ku tu pêwendiya wan Kurdbûnê ve hebe, ji bo berjewendiyên kesayetî û ji bo di civatê de bibin xwedî kesayet bere xwe dan PKKê û piraniya wan kesan PKK û heza çekdariya PKKê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û civakî bi karanîn. Gelek ji wan bûn Parlementer, bûn serokên şeredariyan û dema pêwist bere xwe dan Ewropa berjewendiyên xwe dan pêş heta wek vê gavê jî li hem Tirkiye û hem jî li Ewropa xwedî sermayekek başin û jiyanek baş li ser xwîna zarokên Kurda rêvedibin.

Çepên Netewiyên Tirk yanî Kemalîstên  nijadperest li ser navê PKKê bûn xwedî hêzek û partiyên PKKê yên legal rêvebirin û gelek kurd bizanebûn bi Kemalîzme jehrdan û bere wan ji ramanên Kurdistanî dan aliyekî û ew kirin dijminên partî û aliyên Kurdistanî. Abdullah Ocalan bi xwe dehê caran û herî dawî di nivîsa di bin navê “Perspektîfên Nû“ ji kongreya 12mîn a PKKê re şandî de jî, bi awayek ji hemû sinorên ehlaqî dûr erîşê nirxên netewîyên Kurdistanê dike, heqaretê li Şêx Seîd, Qazî Mihemmed û Barzaniyê nemir dike.

Li vê dere taybetî dixwazim bejim; Mixabin warisên Şêx seît nekarîn li kesayeta Şêx seîd xwedî derkevin û bibin bersivek tund ji daxûyaniya Ocalan re. Bê guman ev yek mijarek gelek taybete û gerek li ser bê sekinandin û heta wek vê gavê ew hêza kesayeta Şêx Seîd li ser civaka kurd heyî bi awayekî bê nirxandin û hewldan bene dayin ku ew hêz bikeve di bin xizmeta tevgera azadixwaz a Kurd de. Ev yek daxwaziya Şêx seîd Pîranî bi xwe ye jî.

Niha taybetî di medya Civakî de beşek di nava PKKê de û yên mirîdiya Ocalan bi salan kirîn, wek ji xwenekî hişyar bibin hêdî hêdî bi xwe dihesin. Ew destpêdikin bertekek mezin nişa Ocalan û helwesta wî didin xûyakirin. Heta bi zaravek din herî gotinên pîs dijûna dikin Ocalan. Ocalan bi xiyanetê itham dikin.

Ocalan tu cara ji bo Kurda û berjewendiyên Kurdistanî xebat nekiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê ket di bin xizmeta dewleta Îranê û ji bo Îranê li dijî tevgera azadixwaza Kurd li rojhilatê Kurdistanê şer kir. Li Surûye xizmeta rejima Esad bi salan kir , li başûr  li dijê destkeftiyên Kurdistanê bû sîxûrek bi pere û erzan yê Bexdayê. Ji xwe bakur hevce nake ke ku mirov behsê bike.

Niha hinek partiyên Kurdistana Bakur, hêdî hêdî sinorekî têxin di navbera xwe û PKKê de. Berê jî helwesta hinek partiyan li himber siyaseta PKKê hebû lê têrê nakira. Niha derengbêjî divê rastiya PKKê ji xelkêre vekirî bejin. Heta vê astaenga herî mezin di rêya tevgera azadidîxwaz de deşifre bikin. Gerek herkes baş bizanê ku, DEM, HDP, DHP, DBP, KNK  û her rêxistina bi daxwaziya PKKê hatî avakirin hemû PKKlîne. Hemûyan bi tene xizmeta ramana dewletê bi rêya Ocalan kirine.

Bese vê ca  aliyên siyasî û kesayetên Kurd, berjewendiyên rêxistnî bidin aliyekî berjewendiyên netewî bidin pêş. Berjewendiyên kesayetî malxirabiya herî mezine ji bo destkeftiyên netewî.

Gerek baş bê zanîn heta PKK û siyaseta heta wek îro rêvebirî baş neye naskirin, dê tevgera Kurd pêşîya xwe nebine û di nava taritîyekî de hewldana bike. Divê ew xeleka xiyanetê bê dîtin  û ji Raya Giştî ya Kurdistanê re bidin nasandin.

12.06.2025

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button