Polîtîk

Peyama serokwezîr ji bo cejna Qurbanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemî misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û tê de got ku, ew dê hemî bizavan ji bo nehêlana vê stema nerewa ku ji aliyê Hikûmeta Federal ve li beranberî mûçexurên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 05ê Hezîrana 2025ê) bi helkefta Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemî misilmanên Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tê de ragihand, “Ez bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmerge, hêzên Asayîşa navxwe, kesûkar û malbatên şehîd û enfalkiriyan dikim.” Herwesa got, “Ez hêvî dikim ku rojên cejnê bi tenahî û rehetî derbas bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Mixabinî û nîgeraniyeke mezin e ku em vê cejnê di rewşeke darayî ya dijwar de pîroz dikin, ji ber cezakirina bikom a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em piştrastiyê didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemî bizavan bike, ji bo derbaskirina vê rewşê û nehêlana vê stema nerewa ku li beranberî mûçexurên Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Back to top button