Cîhan

Trump qedexeya hatina welatiyên 12 welatan bo Amerîkayê ragihand

Serokê Amerîkayê Trump bi tevahî qedexeya hatina welatiyên Afganistan, Myanmar, Çad, Komara Demokratîk a Kongoyê, Gîneya Ekvatorî, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemenê bo DYA ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermana rêveberiyê ya ku wî roja Çarşemê bi şev îmze kir, qedexeya hatina welatiyên deh welatan bo nav Amerîkayê tekez kir.

Ev welat Afganistan, Myanmar, Çad, Komara Demokratîk a Kongoyê, Gîneya Ekvatorî, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemen in.

Trump her wiha qedexeyên hatina welatiyên Burundi, Kuba, Laos, Sierra Leone, Togo, Turkmenistan û Venezuelayê bo nav Amerîkayê bi vê fermana rêveberiyê ferz kiriye.

Fermana rêveberiyê ya Trump kesên ku vîzeyên wan derbasdar in an jî niştecîhên daîmî yên Dewletên Yekbûyî ne, nagire nav xwe.

Trump di daxuyaniyekê de got, “Divê ez ji bo parastina ewlehiya neteweyî û berjewendiyên neteweyî yên Dewletên Yekbûyî û gelê wê tevbigerim. Em nikarin koçberiya vekirî ji ti welatekî ku em nikaribin bi ewlehî lêkolînê lê bikin qebûl bikin… Ji ber vê yekê ez fermanek nû ya rêveberiyê îmze dikim ku sînorkirinên rêwîtiyê li ser Yemen, Somalî, Haîtî, Lîbya û gelek welatên din ferz dike.”

Back to top button