Operasyona pêla 5emîn li dijî Şeradariya: 5 şaredar û 22 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsînên “gendeliyê” û “rêxistina Tawanan” ên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve têne kirin de, 22 kes di nav de şaredarên CHPê yê Büyükçekmece, Avcılar, Gaziosmanpaşa, Ceyhan û Seyhan jî hene, hatin girtin.
22 girtin di operasyona pêla 5emîn de
Di çarçoveya lêpirsînên “gendeliyê” û “rêxistina tawanan ” ên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, operasyoneke pêla pêncemîn pêk hat. Di çar dosyayên cuda de ku li dijî şaredariyên CHP li Stenbol, Edene û navçeyên cuda hatine kirin, bi tevahî 47 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên tîmên polîsan de heta niha 38 kes hatine binçavkirin. Navên ku prosedurên wan li qereqola polîsan qediyane, piştî kontrolên tenduristiyê ji dadgehê re hatine şandin. 36 kesên ku îfadeyên wan ji hêla 14 dozgerên cuda ve hatine girtin, bi daxwaza girtin û kontrola edlî ji dadgeha cezayê re hatine şandin. Dadgehê biryar da ku 22 kes werin girtin û 14 kes bi qedexeya derketinê û şert û mercên îmzeyê werin berdan.
Di nav kesên hatin girtin de ev nav hene:
Şaredarê Büyükçekmece (Stanbul) Hasan Akgün
Şaredarê Gazîosmanpaşayê (Stanbul) Hakan Bahçetepe
Şaredarê Avcilarê (Stanbul) Utku Caner Çaykara
Şaredarê Ceyhanê (Edene) Kadir Aydar
Şaredara Seyhanê (Edene) Oya Tekîn
Her wiha endamê PM’ê yê CHP’ê Baki Aydöner, Parlamenterê berê Aykut Erdoğdu, rêveberên şîrket û burokratên girêdayî Şeredariya Mezin a Stanbulê û şaredariyên navçeyan jî di nav de hatin girtin.