Polîtîk

Nûnerê Trump bi Mezlûm Ebdî re axivî

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack bi telefonê Sûriyeya Demokratîk Frmandarê HSDê Mezlûm Ebdî re axivî û peyama berdewamiya piştgiriya li dijî DAIŞê da.

Li gorî nûçeya Al-Monitorê, Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack doh bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê re axivî.

Barrack ji Mezlûm Ebdî re diyar kiriye ku dê piştgiriya Amerîkayê ya di şerê li dijî DAIŞê de ji bo HSDê berdewam bike.

Her wiha Nûnerê Serokê Amerîkayê, Mezlûm Ebdî piştrast û teşwîq kiriye ku dan û standinên kêmkirina aloziyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera HSD û Tirkiyeyê dê berdewam bikin.

Li gorî nûçeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku Hakan Fîdan an Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi Mezlûm Ebdî re li Şamê hevdîtinekî bike.

Ev hevdîtin piştî ku şandeya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya bi endamên Hikûmeta Sûriyeyê re bicive dê li Şamê pêk were.

Çavkaniyên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin, gotine ku civîna di navbera Ebdî û rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê de li gorî encama danûstandinên li Şamê pêk were.

Serkirdayetiya Kurdên Sûriyeyê berdewam diyar kiriye ku ew dixwazin statuya xwe ya xweser biparêzin.

Ew dixwazin HSD wekî heta ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe wekî hêzeke yekgirtî bimîne.

Ev yek di peymana 10ê Adarê de  di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de hatiye îmzekirin jî hatiye plankirin.

Ehmed Şara razî bûye ku Kurd xwedî hêzên xwe yên polîs û şaredariyên xwe yên îdarî bin lê ew red dike ku xweserî ji bo ti pêkhateyên welêt di destûrê de were fermîkirin.

Back to top button