Polîtîk

Şanda Dem Partiyê bo nîqaşkirina pêvajoya aştiyê serdana AKPê dike

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AKP) re dicive.

Biryar e şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) serdana fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li parlementoya Tirkiyê bike.

Tê payîn ku di wê civînê de danûstandin li ser qonaxa piştî kongreya 12ê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dawî pêşhatên girêdayî pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin.

Ew şand ji Hevserokên Dem Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan pêk tê û tê payîn ku ku ji aliyê Serokê Fraksiyona AKPê Abdullah Guler ve pêşwazî lê bê kirin.

Li gorî zanyarên medyaya Tirkiyeyê, civîna Dem Partî û AK Partiyê dê seet 15:00 ê piştî nîvroya îro (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) bê lidarxistin.

Ev di demekê de ye ku duhî (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) Hevserokên Dem Partiyê serdana Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) kir û bi serokê wê partiyê Devlet Bahçeli re civiyan.

Piştî wê civînê, Dem Partiyê ragihand ku ew civîn bi awayekî erênî derbas bûye û li ser avakirina komîteyekê ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê nîqaş kiriye; herwesa mijara destûrî jî yek ji mijaran bûye.

Back to top button