Tevgera DESTPIKA NÛ rojên 24-25ê Gulanê li Diyarbekirê komxebatek pêkanîn. Komxebat bi duruşma “Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf ” civiya û li ser pirsgirêk û tevgera kurdan sekinî. Gelek kesayetên siyasî tevlî civînê bûn du rojan gotubêj li ser mijarên cuda hatin kirin. Encam de Destpêka Nû daxûyaniyek ragihand.
Deqe Daxûyaniya Destpêka Nû:
Ji Çapemenî û Raya Giştî re;
Di komxebata ku me di 24-25ê Gulanê de li Amedê bi dûrişma “Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf ” li dar xist, rewşa heyî ya Siyaseta Kurd û pêvajoya heyî ya ku di navbera Dewlet û Îmralîyê de li Bakurê Kurdistanê tê meşandin hat nirxandin û pêwistîyên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin hat nîqaşkirin.
Hin partî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn, ku sekreterya wê Destpêka Nû bû.
Beşdarên komxebatê du rojan nerîn û pêşniyazên xwe anîn zimên.
Helwesta giştî ya ku di dema xebata du rojan de derket holê ev e; Pêşnizar hat kirin ku di vê pêvajoya heyî de, partî, kom û kesên Kurd yên ku ji bo mafên bingehîn yên gelê Kurd têdikoşin, bi hev re tevbigerin û ev hevkarî veguhere avakirina hêzek siyasî ya hevpar ya netewî û demokratîk ku her beşek ji siyaseta Kurd karibe tê de beşdar bibe.
Di komxebatê de, ji ber giringî û hestiyarîya mijarê, biryara dawîn nehat girtin û pêwistî hat dîtin ku ji bo kamilbûn û têgihiştina rewşa heyî û beşdarîya girseyek berfirehtir, çêtir e di demek nêzîk de komxebatek din bê lidarxistin.
Wê dîroka vê komxebata nû di demek nêzîk de ji raya giştî re bê ragihandin.
Destpêka Nû