CivakRojev

Pirsgirêka herî mezin çiye?

Dezgehê Lêkolînê ya Asal lê pirsînek kir û pirsî li Tirkiye pirsgirêka herî mezin a hemwelatiya çiye? Ji sedî 65ê kesên ku beşdarî rapirsînê di bersiva xwe de gotin pirsgirêka herî mezin aboriye berdewamiya jiyanê ye.


Dezgehê Lêkolînê ya Asal encamên rapirsîna ku di navbera 10-14ê Gulana 2025an de li 26 parêzgehan bi 2000 kesên temenê wan 18 salî û jortir re hatiye kirin, bi raya giştî re parve kir. Di rapirsînê de, pêşî ji beşdaran hatiye pirsîn, “Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?”


Aborî/Mesrefa Jiyanê bi rêjeya ji sedî 65,6 di rêza yekem de, di rêza duyem de jî edalet/sîstema hiqûqî bi rêjeya ji sedî 7,3 di rêza duyem de ye. Di rapirsînê de pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê wiha hatine rêzkirin:

Bêkarî: Ji sedî 4
Teror: Ji sedî 3.1
Perwerde: Ji sedî 2.4
Veguherîna Bajarî/Erdhej: Ji sedî 2.1
Hikûmet: Ji sedî 2
Ewlehî/Rêzgirtina Giştî: Ji sedî 1.4
Muxalefet: Ji sedî 1.3
Pirsgirêka Kurd: Ji sedî 1.1
Pirsgirêka koçberiyê/Penaber: Ji sedî 1
Sîstema tenduristiyê: Ji sedî 0.7
Yên din: ji sedî 5.8

Back to top button