Davutoglu: Eger AK Partiyê ez winda nekiribama, ew ê bi rêjeya ji sedî 60 li ser desthilatdariyê bûya
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu beşdarî bernameyeka zindî ya televiyonê bû. Davutoglu got, “Xwezî AKP’ê ez winda nekiribam, xwezî AKPê dilsozê prensîbên xwe mabûya. Xwezî guh bidaya hişyariyên min ên exlaqî yên siyasî, niha bi rêjeya ji sedî 60 li ser desthilatdariyê bûya.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di bernameya Haberturkê de, derbarê mijarên rojevê de daxuyanî da. Davutoglu got ku, “Heke AK Partiyê ez winda nekiribama, ew ê bi rêjeya ji sedî 60î li ser desthilatdariyê bûya.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu behsa pêvajoya ku wekî ‘Tirkiyeya bê Teror’ tê binavkirin kir û got, “Birêz Bahçelî bi salan e bi henekî ji min re digot ‘Serok Ahmet’. Ev tişt di siyasetê de diqewimin, ez aciz nabim. Ji dema ku pêvajo dest pê kiriye ve min du name ji Birêz Bahçelî re şandine. Piştî kêmtirî saetek an du saetan wî telefonî min kir û got, ‘Birêz Serokwezîr, ez bi nêrînên we re dipejirînim.'”
Davutoglu tekez kir ku vegera bo sîstema parlementerî pêwîst e û got, “Min her tim gotiye, û ev di bernameya damezrandina Partiya Pêşerojê de jî heye, ku divê Tirkiye vegere sîstemeke parlementerî ya bêkêmasî û rasteqîn. Divê her nîqaşeke destûrî nebe nîqaşeke li ser rojeva siyasî. Ger nîqaşa destûrî ne li ser wê yekê be ku di hilbijartina bê de kî dê bibe desthilatdar, lê li ser sîstemeke demokrasiya parlementerî ya rastîn be, em ê nebêjin na.
Davûtoglû gotinên xwe wiha domand; “Xwezî AKP’ê ez winda nekiriba, xwezî AKP’ê dilsozê prensîbên xwe maba. Xwezî guh bidaya hişyariyên min ên exlaqî yên siyasî, niha dê bi rêjeya ji sedî 60 li ser desthilatdariyê ba. Min bi 49.5 dengan ji AKP’ê hişt. Ez ji nav girseya AKP’ê derketim, ez ji wan girseyan veqetiyam. Dema ku berjewendiya dewletê hewce bike, ew bi her kesî re diaxive, lê ez ê tu carî ji prensîbên xwe tawîzê nedim.”