Cîhan

NY: Zêdetirî 1.5 Milyon penaber û koçberên Sûrî vegeriyane

Neteweyên Yekgitî (NY) ragihand, zêdetirî yek milyon û 500 hezar penaber û koçberên navxweyî yên Sûrî vegeriyane ser cih û warên xwe. Tevî vê yekê, NY dide zanîn ku hîn jî nêzîkî 16.5 milyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkarî û parastina mirovî heye.

Rêvebera Operasyon û Parêzvaniyê ya Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Edem Wosornu îro 24ê Gulanê hêviya xwe anî ziman ku rakirina cezayên Amerîka û Ewropayê yên li ser Sûriyeyê, dê piştgiriyê bide hewldanên vejandin û pêşxistina navxweyî ya wî welatî.

Wosornu diyar kir: “Zêdetirî milyonek koçberên navxweyî vegeriyane herêmên xwe û zêdetirî nîv milyon penaber jî ji derveyî welat, vegeriyane Sûriyê.”

Ev daxuyanî di demekê de tê ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û Yekîtiya Ewropayê di van demên dawî de ragihandine ku ew cezayên aborî yên ku di dema desthilatdariya Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed de li ser wî welatî hatibûn sepandin, radikin. 

Rakirina van cezayan weke gaveke girîng ji bo kêmkirina êşên mirovî û hêsankirina hewldanên jinûveavakirinê li Sûriyeyê tê dîtin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button